Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Pevçûna li Washingtonê Tirkîyê Şermezar Dike


Mol uchun yem-xashak olib ketayotgan ayollar. Hindiston.
Mol uchun yem-xashak olib ketayotgan ayollar. Hindiston.

Wezareta Karên Derve yên Amerîka, ser pevçûna parêzvanên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û komeke ku ew li pêş avahîya balyozxaneya Tirk protesto dikir, daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku Amerîka, jiber alozîya ku di navbera karbidestên Tirk yên ewlekarîyê û xwepêşanderan de derketîye, ketîye fikaran.

Daxuyanî bi îmzaya Berdevkê Wezareta Karên Derve Heather Nauert hat weşandin.

"Em jibo hemî însanên li dinê, piştgirîya azadîya beyanê û protestoya aştîxwaz dikin û bi awayekî herî xurt bo Tirkîyê fikarên xwe nîşan didin" di daxuyanîyê de hat nivîsîn.

Bajarvanê Washingtonê Muriel Bowser jî bi daxuyanîyeke nivîskî pevçûna li pêş avahîya balyozxaneya Tirk şermezar kir.

Bowser dîyar kir êrîşa ku "li dijî protestoyeke aştîxwaz li dar ketîye, li hemberî nirxên paytaxtê û mafên gelê Amerîkî heqaret e"

Bowser bi berdewamî da zanîn ku ewê bûyerê vekolin û dê berpirsên pevçûnê werin ceza kirin.

Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûbûn û 2 jî hatibûn desteser kirin.

XS
SM
MD
LG