Lînkên eksesibilîtî

Amerîka jiber Êrîşa Ser Xwepêşandaneran Tirkîyê Şermezar Dike


Dengdana Kongresê Amerîkî derbarê êrîşa zêrevanên Erdogan bo ser xwepêşanderan

Civata Nûneran ya Amerîka, bernivîsa ku ser bûyerên li pêş Balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê qewimîn hatibû amade kirin, pejirand.

Komarî û Demokratan jiber êrîşa ‘’hovane’’ ya ser xwepêşandanerên aştîxwaz, bi 397 deng Tirkîye şermezar kirin.

Di biryarê de hate gotin ku parêzvanên Tirk yên çekdar li xwepêşandanerên bêçek xistin ew pehîn kirin û hewil dan ku wan bifetisînin.

Civata nûneran bi biryarê xwest ku parêzbendîya dîplomatîk yên zêrevanên Tirk were rakirin.

Avahiyê Kongresa Amerîka
Avahiyê Kongresa Amerîka

Serokê Civata Nûneran Paul Ryan, piştî êrîşa di meha Gulanê de gotibû ku êrîşa parêzvanên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi ti awayî nayê qebûl kirin. Ryan dabû zanîn ku xwepêşandaner li gor mafên xwe yên qanûnî tevgerîyane ku divê Tirkîye jiber êrîşê lêborînê bixwaze.

Lucy Usoyan yek ji qûrbaniyên êrîşa ser xwepêşanderan li Washington di Kongresê de tê guhdarîkirin
Lucy Usoyan yek ji qûrbaniyên êrîşa ser xwepêşanderan li Washington di Kongresê de tê guhdarîkirin

Karbidestên Tirk jî dîyar kiribûn berpirsê bûyerên qewimîne Amerîka ye ku di serdana Erdogan ya Washingtonê de tedbîrên ewlekarîyê baş nekiriye.

XS
SM
MD
LG