Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Êrîşên li Heleb û Îdlibê bi Tundî Şermezar Dike


Ned Price

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê êrîşên dawî yên li Sûrîyê şermezar kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku ew ‘’topbarana rejîma Esad û êrîşên esmanî yên Rûsya’’ yên li Heleb û Îdlibê ‘’bi tundî’’ şermezar dikin.

Ew êrîşên li herêmê roja Yekşemê li dar ketibûn ku Price bal kişand ku di êrîşa bi ser Nexweşxaneya Atareb ya Helebê de nexweşên di nav wan de zarok hebûne hatine kuştin û pirtir ji 10 karbidestên saxlemîyê birîndar bûne.

Li gor daxuyanîya Price, ew nexweşxaneya di lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye li ‘’herêmên bêşer’’ e.

Daxuyanî herwiha dide zanîn ku bi ‘’êrîşên esmanî yên Rûsya yên li Îdlibê sîvîlek hatiye kuştin û bo kelûpelên alîkarîyê rîsk çêbûne.

Êrîşa li Îdlibê li Bab El Hava, ku derîyê sînor yê bi Tirkîyê re ye, pêk hatibû ku di ser wir re alîkarîyên NY’ê derbaz dibin.

Wezareta Derve di dawîya daxunîyê de da zanîn ku Amerîka careke din banga agirbesteke navneteweyî dike.

XS
SM
MD
LG