Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dema Sînordarkirinên li Tixubên Kanada û Meksîko Dirêj Dike


Amerîka dema sînordarkirinên rêwîtîyê yên li tixubên bi Kanada û Meksîko jinûve dirêj kir.

Ottawa sînorê xwe bo Amerîkîyên vaksînkirî vekiriye, lê sînordarkirina Amerîka ya bo rêwîtîyên ne mecbûrî heta 21’ê Cotmehê hatiye dirêj kirin.

Kanada di 9’ê Tebaxê de sînorê xwe li Amerîkîyên vaksînkirî vekir, lê Amerîka ji Adara 2020’an vir ve sînordarkirinên li sînorên bejeyî yên Kanada û Meksîko berfireh dike.

Kordînatorê COVID-19 yê Qesira Sipî Jeff Zients roja Duşemê da zanîn ku dirêjkirina mehana ya dawî dê heta 21’ê Cotmehê bidome.

‘’Niha ti nûkirina me ya ser sîyaseta tixuba bejeyî tune’’ Zients got.

Wî da zanîn ku ji meha Mijarê pê ve bo hema bêje hemî bîyanên serdana Amerîka dikin dê raberkirina belgeyeke ku nîşan dide wan vaksîn li xwe xistiye, mecbûrî be.

Ji alîyê din ve nûnerên Amerîkî ji Adara 2020’an vir ve ji Qesira Sipî dixwazin ku sînordarkirinên li sînorê Kanada rake.

Senatorê Komarî yê Montana Steve Danies da zanîn ku venekirina sînorê Kanada nayê îzah kirin û got ku jiber vê rewişê gelê Montana yê li sînor ketiye rewişeke dijwar û aborî xirab bûye.

XS
SM
MD
LG