Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka dê Hesabên Medyaya Civakî yên Kesên Serî li Vîzayê Dane Kontrol Bike


Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku ser siyaseta ‘’vekolîna baş’’ ya Serok Trump dê hesabên sosyal medya yên nêzî hemî kesên dixwazin di wî welatî kevin, binêrin.

Li gor forma federal, 14.7 mîlyon kesên ku piranîya wan koçber in û bo vîzayê serî lêdane divê nasnameyên xwe yên sosyal medya ya pênc salên dawî amade bikin û hikûmet dê wan agahîyan bo naskirina wan kesan bi kar bîne.

Wezareta Derve, bo pêşnîyaz were pejirandin dê wê roja Înê biweşîne û ew dê heta 60 rojan bo şiroveyan vekirî be.

Serokê Amerîka Donald Trump di kempeyna hilbijartinê ya 2016’an de dabû zanîn ku ewê rê li ber koçberîya neqanûnî bigire û bo kesên têne Amerîka jî vekolîneke kûr bike.

Wezaretê dîyar kir ku bo serdanên dîploamtîk û fermî ewê hesabên sosyal medyayê nexwazin. Wezareta Derve ya Amerîka da zanîn ku ger pêşnîyaz were erê kirin, ew dê ji kesên bo vîzayê serlêdan kirine telefon û e-nameyên bi kar anîne û gerên xwe jî divê binivîsin.

Li gor pêşnîyazê dê ji kesên serî li vîzayê dane, pewyendîya kesên di malbatên wan de bi terorê were pirsîn û ser dersînorbûn yan nebûna wan jî dê were pirsîn.

Dadgehan berê biryara qedexeya rêwitîyê ya Trump rawestandin û ew pêşnîyaza nû li gor yên berê hîn teng e. Li ber e ku Dadgeha Bilind vê biharê qanûnîbûna pêşnîyazê binêre û di Hezîranê de biryarê bide.

XS
SM
MD
LG