Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Danûstandinên Ser Sûrîyê Didomin


Qesra Sipî ragihand ku Serok Donald Trump bo kêşeya Sûrîyê bi koma ewlekarîya neteweyî re civînek li dar xistîye û wan ser bersîva bo Şamê ti biryarên dawî nedaye.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders bi daxuyanîkê dîyar kir ku civîna Serok Trump û tîma ewlekarîya neteweyî nû qedîyaye û wan ser Sûrîyê biryara dawî nedaye.

Sanders da zanîn ku Amerîka nirxandina îstixbaratê didomîne û bi hevalbendên xwe re danûstandinan dike. Wê dîyar kir ku Serok Trump dê îşev bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Brîtanya Theresa May re jî biaxife.

Trump di nava rojê dabû zanîn ku ewê ser Sûrîyê civînekê li dar xînin û di demeke nêz de biryara dawî bidin.

Civîna ku Trump qalê dikir li dû nîvro li dar ket. Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis jî beşdarî Civat Ewlekarîya Neteweyî bû.

Trump roja Pêncşemê, serê sibê ji Twitterê gotibû ku wî ti car negotiye ku ewê kengî êrîşî Sûrîyê bibe û dabû zanîn ku ‘’dibe ku di demeke nêz de be jî û qet ne di demeke nêz de be jî’’

XS
SM
MD
LG