Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Amerîka Dê 150 Leşkeran Bişîne Bakurê Sûrîyê


Rojnameya New York Times dîyar kir ku Wezareta Brevanî ya Amerîka (Pentagon) dê 150 leşkeran bişîne rojhilata bakurê Sûrîyê.

New York Times da zanîn ku ew leşkerên Amerîkî dê bi leşkerên Tirk re bixebitin.

Li gor nûçeyê, Amerîka bi vê gavê hewil dide ku girjîya bi Tirkîyê re ya jiber hevkarîya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re çêdibe kêm bike.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berfanbarê de dabû zanîn ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin.

Rojnameyê bal kişand ku ew biryara Trump bi awayekî demkî hatiye rawestandin ku li Sûrîyê niha bi qasî 1000 leşkerên Amerîka hene.

New York Times bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye gefan dixwe ku li bakurê Sûrîyê dijî Kurdan operasyonekê çêke û da zanîn ku Amerîka dixwaze ku rê li ber vê bigire.

XS
SM
MD
LG