Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Amerîka û Çar Dewletên Din Dibêjin Hilbijartina Sûrîyê Sexte Ye


Sûrîye ya ku ji 2011’an vir ve di şerê navxweyî de ye îro Çarşemê hilbijartinên seroktîyê li dar dixe.

Wezîrên derve yên Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanya bi daxuyanîyeke hevbeş nêrînên xwe yên ser hilbijartinên li Sûrîyê weşandin.

Wan wezîran di daxuyanîya hevbeş de dîyar kirin ku ewê di rewişa heyî de hilbijartinên Sûrîyê ne serbest û adil bin.

Li gor daxuyanîya wezîran, bo hilbijartineke azad divê ew bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi beşdarîya Sûrîyên ku di nav welêt de koçber bûne, penaber û endamên dîasporayê jî beşdarî hilbijartinan bibin.

Di daxuyanîya de hat gotin ku hilbijartina îro ‘’hilbijartineke sexte’’ ye.

Bo hilbijartina Sûrîyê, xêncî serokê welêt Beşar Esad du berbijarên din jî beşdar dibin, lê çaverê ye ku Esad bi ser keve. Beşar Esad ji sala 2000’î vir ve li desthilata Sûrîyê ye.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê vir ve 390,000 kesan canên xwe ji dest dan û bi mîlyonan kesa mecbûr man ku koç bikin.

XS
SM
MD
LG