Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka Dibêje Wê li Sûrîyê Rêberekî DAIŞ'ê Girtiye


(arşîv)
(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka li Sûrîyê rêberekî payabilind yê Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtiye.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dîyar kir ku rêberê hatiye girtin çêkerekî bombeyan e û da zanîn ku di operasyona girtina rêber de sîvîlan zarar nedîtiye.

DAIŞ sê salên berê li qada şer têk çû û ji wê têkçûnê vir ve êrîşên serhilda li dar dixe.

Koalîsyonê eşkere nekir ku operasyon li kîjan hêla Sûrîyê li dar ketiye.

Reutersê ji zarê serhildayên bi piştgirîya Tirkîyê da zanîn ku hêzên koalîsyonê îro Pêncşemê li Al-Humaira ya li başûrê sînorê Tirkîyê bi helîkopteran operasyonek li dar xistiye.

Hêzên taybet yên Amerîka di meha Sibatê de li Îdlibê, ku kontrola wê di destê Hayat Tahrîr al-Şam (HTS) de ye, bi helîkopteran operasyonek li dar xistibûn û di encama operasyonû de rêberê DAIŞ'ê Ebu Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî canê xwe ji dest dabû.

Piştî mirina rêberê berê yê DAIŞ'ê Ebubekîr El-Bexdadî, Qureyşî rêberîya rêxistinê dikir.

XS
SM
MD
LG