Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Dijî 3 Fermandarên Artêşa Sûrî Toleyên Nû Radigihîne


Leşkerên rejîma Sûrî
Leşkerên rejîma Sûrî

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi daxuyanîyeke ragihand ku Washingtonê hatina sê karbidestên payebilind yên leşkerî yên Sûrîye ya bo Amerîka qedexe kirine; jiber beşdarbûna wan di êrîşên esmanî yên sala 2013’an ku çekên kîmyayî bi kar anîne û herî kêm 1400 kes kuştine.

Blinken nasnameyên wan sê karbidestên leşkerî wek General Ednan Ebûd Hilweh, Serfermandar Hasan Ehmed Xennam û Serfermandar Cewad Selîbî Mawa eşkere kir.

Wî bi bîr xist ku hêzên Rêvebirîya Topxane û Mûşekan ya arteşa Sûrîyê di Tebaxa 2013’an de, li taxa Ghoutaya Şamê rokêtên gaza sarîn bi kar anîne, ku madeyeke kîmyayî ya kujer e ku herî kêm 1400 kes hatibûn kuştin û piranîya wan zarok bûn.

Blinken destnîşan kir ku Hilweh, Xennam û Mawa beşdarî wê komkujîyê bûne û Amerîka jiber vê yekê ev qedexeya danîye ser wan.

Wî bi berdewamî da zanîn ku Hillweh, Ghannam, Mawas û herwiha endamên malbata wan yên nêz bo ketina Amerîka ne mafdar in.

Blinken got ku Amerîka qurbanî û rizgarbûyên Komkujîya Gutayê û qurbanîyên din yên êrîşên kîmyayî yên rêjîma Esad, bi bîr tîne û rêzê digire.

Amerîka her şêwazeke karanîna çekên kîmyewî li her derê, ji alîyê her kesî û di bin her şert û mercî de bi tundî şermezar dike, Blinken got.

Wi got ku Amerîka bang li rêjîma Esad dike ku bernameya xwe ya çekên kîmyayî bi tevahî eşkere bike û têk bibe û demûdest destûr bide pisporên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ku kontrolan bikin.

Wezirê Amerîkî dîyar kir ku wê Washington piştgirîkirina hewildanên bi pêşengîya Sûrî û yên navneteweyî bidomîne da ku ji berpirsên binpêkirinên mafên mirovan û destdirêjîyên ku li Sûrîyê têne kirin, hesab werin pirsîn.

Wî bi berdewamî pistgirîya Amerîka ya bo welatîyên Sûrîyê anî ziman û soza berdewamîya piştvanîyê da.

“Piştgirîya me ya bo Sûrîyan yên wêrek ku jîyana xwe dixin xeterîyê da ku rejîma Esad hesab bipirsin, wê nesekine. Emê her pîvanê bişopînin da ku dadmendîyê bo qûrbanîyan û rizgarbûyên hovîtîyê ava bikin û hesaban ji berpirsan bipirsin, tevî rêjîma Esad û hevalbendên wê jî,“ Blinken got.


Blinken balkişand ku Amerîka jibo daxwazên gelên Sûrî yên mafên mirovan, azadîyên bingehîn, ewlehî û aştîyê wê piştgirîya gelên Sûrîyê bidomîne.

XS
SM
MD
LG