Amerîka welatîyên xwe jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona yên li Swîsre, Azerbaycan û Estonya ser rêwîtîyên ber bi wan dewletan ve hişyar kir.
Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) û Wezareta Derve ya Amerîka ser rêwîtîyên ber bi wan welatan ve hişyarî belav kirin.
CDC asta hişyarîyê ya ber bi wan welatan ve rakir ‘’Asta Çaran: Pir Bilind’’ û ji welatîyan xwest ku hewil bidin neçin wan welatan.
Wezareta Derve ya Amerîka jî bang li welatîyên xwe kir ku serdana wan welatan nekin.