Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Talîbanê jiber Êrîşên Dawî Şermezar Dike


Amerîka, Talîban jiber êrîşên dijî wergêrên berê û hin Afganên din şermezar kir.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Jalina Porter di preskonferansekê de ew şermezarkirin ragihand.

Porter da zanîn ku Talîban dijî wergerên berê, hin Afganên din û binesazîyê êrîşan li dar dixe û dîyar kir ku ew rêxistinê jiber wan kiryaran bi tundî şermezar dikin.

Wê bang li Talîbanê kir ku rê li ber çekdarên xwe bigire ku êrîşên wisa li dar nexin.

Amerîka vê hefteyê bo piştgirîya hêzên hikûmeta Afganistanê, ku bi di bin zextên Talîbanê de maye, dijî wê rêxistinê êrîşên esmanî li dar xistibûn.

Berdevikê Pentagonê John Kirby roja Pêncşemê ji rojnamevanan re da zanîn ku wan bi êrîşên esmanî piştgirî daye hêzên Afgan, lê ti hûrgilî nedabû.

XS
SM
MD
LG