Washingtonê ragihand ku sîstema INSTEX ya Almanya, Fransa û Brîtanya dê bandorê li ser toleyên dijî Tehranê çêneke.
Balyozxaneya Amerîka ya Berlînê bi daxuyanîyekê hişyarîya Serok Donald Trump ya ser Îranê bi bîr xist.
Trump dîyar kiribû ku dewletên ku tevî toleyên Amerîka jî bi Îranê re bazirganîyê didomînin dê nikaribin xwe bigêhînin sîstema darayî ya Amerîka.
Trump, par Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû
Yekîtîya Ewrupa (YE) dijî biryara ser vekişînê derketibû.