Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kalin: Divê Amerîka Rêzê li Biryara Dadgehên Tirk Bigire


Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin bersîva Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton, ku dîyar kiribû ku ger Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson were berdan ewê kêşeya bi Enqerê re bi dawî bibe, da.

Kalin ji Reuters’ê re da zanîn ku Tirkîye dewleteke hiqûqê ye û bo Brunson jî peyvajoya darizandinê hîn didome.

Kalin bang li Amerîka kir ku rêzê li dadgehên Tirk bigire.

‘’Gotinên Bolton raber dike ku rêvebirîya Trump dijî Tirkîyê, ku hevalbenda Amerîka ya NATO ye, cengeke aborî ragihandîye’’ Kalin got.

Kalin da zanîn ku Amerîka li gor prensîpên NATO tevnagere û dîyar kir ku dê Tirkîye cengeke aborî ranegihîne, lê bêdeng jî nemîne.

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê bi berdewamî da zanîn ku tawanbarkirinên Amerîka yên dijî Halbankê jî bêbingeh in û ew dixwazin wê bankayê qels bikin.

XS
SM
MD
LG