Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Danûstandinên Amerîka û Tirkîyê Didomin


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert derbarê daxuyanîya ser axaftina Serok Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ‘’di van daxuyanîyan de her tim hemî mijarên ku hatine axaftin nayên nivîsandin’’

‘’Yek caran hin mijar pir taybet in û em wan li daxuyanîyê nanivîsin. Mijarên giran em bi awayekî taybet diaxifin û ew jibo hin welatên yek caran pir girîng e. Ew danûstaninên standart yên dîplomatîk in’’ Nauert got.

Nauert bi bîr xist ku meha borî Wezîrê Derve ya Amerîka Rex Tillerson, ku ji alîyê Trump ve ji kar dûr hatibû xistin, li Enqerê bi Erdogan re kom bûye û piştî hevdîtinê di navbera Amerîka û Tirkîyê de danûstandin destpê kiriye.

Nauert da zanîn ku danûstandinên bi hikûmeta Tirk re didomin û dîyar kir ku John Sullivan, ku bi demkî wezîrê derve ye, û cîgirê Wezareta Derve ya Tirkîyê axifîne.

Berdevka Wezareta ya Amerîka got ku hevdîtinên bi Tirkîyê re gelek girîng û jiber bûyerên li Sûrîyê gelek tiştên ku divê ew biaxifin hene.

Nauert ser Minbicê jî da zanîn ku danûstandin bi dawî nebûne û hîn didomin.

XS
SM
MD
LG