Wezareta Derve ya Amerîka bo kesên dixwazin herin Tirkîyê hişyarîya serdanê weşand.
Wezaretê da zanîn ku di serê sala 2018’an de hişyarîyek hatiye weşandin û hişyariya nû dewama ya berê ye.
Hişyariya serdanê ya bo Tirkîyê di kategorîya sêyan de, ku wateya wê ‘’serdana xwe jinûve bifikirin’’ e, cîh girt.
Wezareta Derve ya Amerîka bo kesên dixwazin herin welatên derve pergaleke nû çêkiribû. Li gor vê pergala cîhên bi metirsî bi 4 kategorî têne senifandin.
Welatên herî zêde bi rîsk di kategorîya 4’an de cîh digirin û yên ewle jî dikevin kategorîya 1’ê.
Wezaretê, di hişyariya nû de da zanîn ku Tirkîye nola berê di kategorîya 3’yan de dîyar kir ku li Tirkîyê li Tirkîyê terorîzm û destserkirinên kêfî didomin û li hîn cîhên wê jî rîsk zêde dibe.
Di hişyariyê de başûrê rojhilata Tirkîyê û cîhên li ber sînorê Sûrîyê ketin kategorîya 4’an.
Wezaretê bang li hemwelatîyên xwe kir ku jiber rîska terorê neçin, Hatay, Kîlîs, Entab, Riha, Şirnex, Dîyarbekir, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Batman, Bîngol, Dêrsim û Colemêrg û Bêdlîs.
Wezaretê dîyar kir ku li Tirkîyê Rewşa Awarte (OHAL) didome, karbidestên ewlekarîyê bi deh hezaran kes girtine û di nav wan de hemwelatîyên Amerîka jî hene.
Wezaretê ji hemwelatîyên xwe xwest ku gava diçin Tirkîyê jî ji cîhên tûrîstîk dûr bisekinin û medya herêmî ji nêz ve bişopînin