Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Hevkarîya Leşkerî ya Amerîka û Tirkîyê Didome


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku gefên toleyan yên Serokê Amerîka Donald Trump yên dijî Tirkîyê, ti zarar nedaye peywendîyên leşkerî yên her du dewletan.

Mattis, ku li Pentagonê pirsên rojnamevanan bersîvandin, li ser pirsa ‘’Piştî girjîya bi Tirkîyê re û gefên toleyan yên Serok Trump, ti bandor li ser operasyonên Încîrlîkê yan yên operasyonên Amerîka yên li Tirkîyê çêbû?’’, got ku ‘’Niha di vê qonaxê de ti bandor li ser peywendîya Tirkîye û Amerîka çênekir’’

Mattis dîyar kir ku her wiha hewildanên senatoyê yên ser rawestandina dayîna firokên F-35 bo Tirkîyê ti bandor li ser peywendîya leşkerî çênekiriye.

Wezîrê Berevanî da zanîn ku ew wek hevalbendên NATO’yê hevkarîya xwe didomînin.

Mattis dîyar kir ku wan planên bo Minbicê jî anîne ba hev û qonaxa plankirinê baş derbaz dibe.

Mattis da zanîn ku navgînên bo perwerdehîyê hatine Încîrlîkê, lê ew hîn nizane ewê perwerdehîya hevpar kengî destpê bike

XS
SM
MD
LG