Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Me û Tirkîyê Hîn li Hev Nekiriye


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di preskonferansekê de, li ser pirsa rojnamevanan derbarê qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku li Tirkîyê di hepsa malê de ye, axifî.

Nauert li ser pirsa ‘’Amerîka û Tirkîyê li hev kiriye yan na’’ got ku ‘’Ger me û Tirkîyê li hev bikira ewê Brunson tevî hemwelatîyên din yên Amerîkî vegerîya vê derê, mala xwe’’

Metîn Topuz û Hamza Uluçay jî, ku li balyozxaneyên Amerîka yên li Stenbol û Edenê dixebitîn, girtî ne.

Nauert dîyar kir ku ew dixwazin ku xebatkarên wan û hemwelatîyên din yên Amerîkî vegerin malên xwe, lê hîn ti pêşketin çênebûye.

XS
SM
MD
LG