Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Hevdîtinên Me û Tirkîyê Dê Bidomin


Şandeya Tirk li Washingtonê
Şandeya Tirk li Washingtonê

Şandeyeke dîplomatîk ya Tirk, ku ji 9 kes pêk dihat, bo girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de kêm bike li Washingtonê danûstandin kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka John Sullivan û hevtayê wî yê Tirk Sedat Onal li avahîya wezaretê civîyan.

Piştî civînê Wezareta Derve ya Amerîka daxuyanîyeke kin belav kir. Di daxuyanîyê de hat gotin ku ‘’Me bi karbidestên Tirk re hin hevdîtin kirin. Hevdîtin didomin’’

Li dû wê daxuyanîyê, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert jî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di civînê de mijara qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson jî di nav de hin mijarên dualî hatine axaftin.

Şandeya Tirk piştî civîna li Wezareta Derve li Wezareta Darayî jî hevdîtinek pêk anî.

XS
SM
MD
LG