Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Kêşeya Aborî yaTirkîyê Berî Toleyên Amerîka Destpê Kiribû


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert derbarê kêşeyên bi Tirkîyê re axifî.

Nauert dîyar kir ku ser banga Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku gotibû berhemên elektronîk yên Amerîkî boykot bikin, ewê li bendê bin ka ew sîyaseteke fermî ye yan na.

Nauert da zanîn ku kêşeyên aborî yên bi Tirkîyê bi arîşeya bi Amerîka re ne eleqedar e û dîyar kir ku gava Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson were berdan, ewê peywendîyên her du dewletan ji berê çêtir bibin.

‘’Tiştên ku îro li Tirkîyê diqewimin, ne encamên sîyaseta Amerîka ne. Kêşeyên aborî yên Tirkîyê berî toleyên ku Amerîka dijî du wezîran ragihandibûn dest pê kiribû’’ Nauert got.

Nauert dîyar kir bi Tirkîyê re danûstandinên bo Brunson didomin.

Berdevka Wezareta Derve da zanîn ku wan bi awayekî eşkere daxwazên xwe ji Tirkîyê re gotine. Nauert got ku xêncê Brunson, Amerîka dixwaze ku Serdar Golge, ku li NASA dixebite, û sê xebatkarên balyozxaneyê werin berdan.

Nauert bi berdewamî da zanîn ku bo hemwelatîyên Amerîka hişyariya serdana Tirkîyê nehatiye kirin.

XS
SM
MD
LG