Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Tirkîyê di Biryara Amerîka ya Ser Vekişîna ji Sûrîyê de Roleke Girîng Lîst


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku Enqerê di biryara Amerîka ya ser vekişîna ji Sûrîyê de roleke girîng lîstiye.

Çavuşoglu da zanîn ku Tirkîyê bi rolên xwe yên li Sûrîyê rê li ber çareserîya sîyasî ya wî welatî vekiriye.

Wî bi bîr xist ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin li ser Îdlibê li hev kiriye û li wê derê ti operasyon çênebûye.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî dîyar kiribû ku ewê hêzên xwe yên li Sûrîyê vekişînin.

Amerîka li Sûrîyê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike, lê Tirkîye wê rêxistineke terorî dihesîbine û dide zanîn ku ewê dijî rojhilata Firatê operasyonekê li dar xîne.

XS
SM
MD
LG