Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Ger Tirkîye ji Rûsya Muşekên S-400 Bistîne Emê Dijî Wê Toleyan Ragihînin


Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku ger Tirkîye ji Rûsya sîstema berevanîya esmên bistîne dibe ku Washington dijî Enqerê toleyan ragihîne.

Berdevkê Wezareta Derve Robert Palladino derbarê peymana Rûsya û Tirkîyê ya ser muşekên S-400 axifî.

Palladino da zanîn ku wan Tirkîye bi awayekî eşkere hişyar kiriye û sitandina S-400an wê bo kirîn-firotana çekên din jî metirsîyê çêke.

Karbidestên Tirk meha borî dîyar kiribûn ku dê muşekên S-400 heta Cotmehê hazir bibin.

XS
SM
MD
LG