Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Ser Helwesta Toleyan ya Dijî Tirkîyê Tiştek Neguherandiye


Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku Amerîka ser helwesta toleyên dijî Tirkîyê ti guherîn nekiriye.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê kirîna S-400 ji Rûsya gotibû ku ‘’Trump ser toleyan tiştek negot’’

Serokê Amerîka Donal Trump û Erdogan li G-20 ya li Osaka ya Japonya kom bûbûn.

Erdogan dîyar kiribû ku Trump ser S-400 û firokên F-35 piştgirî daye wan û Trump jî ser nefirotana sîstema muşekan ya Patriot rêvebirîya Obama tawanbar kiribû.

Karbidestên Amerîkî ji Retuersê ragihand ku wan ser toleyên dijî Tirkîyê ti gav bi şûnde neavêtiye.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Mike Andrews dîyar kir ku Washingtonê dîyar kiriye ku ger Tirkîye ji Rûsya S-400’an bistîne ewê bi encamên xirab re rû bi rû bimîne.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka jî li Pentagonê got ku di helwesta wan de tiştek neguherîye.

XS
SM
MD
LG