Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Tirkîye Bidûrxistina Kesên Hilbijartî Fikaran Çêdike


Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ser bidûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê axifî.

Ortagus dîyar kir ku bidûrxistina bajarvanên hilbijartî û erkdarkirina kesên nehilbijartî fikaran çêdike.

‘’Em hêvî dikin ku Tirkîye kêşeya xwe bi demokrasîya xwe û bi dîyaloga berfireh ya bi Kurdan re çareser bike’’ Ortagus got.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê di 19’ê de bidûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê ragihandibû û dîyar kiribû li şûna wan walîyên wan bajaran hatine erkdar kirin.

Li ser erkdarkirina qeyuman, ji roja Duşemê vir ve li Amed, Mêrdîn û Wanê protesto li dar dikevin.

XS
SM
MD
LG