Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Xezîne yê Amerîka: Lîsteya Toleyan ya Dijî Tirkîyê di Destê Me de Hazir E


Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin dîyar kir ku rêvebirîya Trump lîsteya toleyan ya li hember Tirkîyê ya jiber operasyona dijî Sûrîyê, di destê xwe de hazir hiştiye.

Mnuchin da zanîn ku wan lîsteya toleyan dema Cîgirê Serok Mike Pence bo agirbesta li Sûrîyê serdana Tirkîyê kiriye, daye detê wî.

Wî dîyar kir ku ger danûstandinên agirbestê bi ser neketa wan dê ew toleyên aborî ragihandana.

‘’Ew lîste hîn jî di destê me de ye, niha ti sedema ku nîşan dide ku em dê lîsteyê bikar bînin tune ye’’ Mnuchin got.

Wezîrê Xezînê li ser rêkeftina Amerîka û Tirkîyê ya bo Sûrîyê peyivî û dîyar kir ku ew ji agirbesta heyî razî ye.

XS
SM
MD
LG