Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Tirkîyê Ser Ceribandina Muşekên S-400 Hişyar Dike


Muşekên S-400
Muşekên S-400

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Rene Clarke Cooper, Tirkîye ser ceribandina muşekên S-400 yên wî welatî ji Rûsya sitandibû, hişyar kir.

Cooper li Washingtonê ji rojnamevanan re da zanîn ku Tirkîye ‘’israr’’ên ser karanîna S-400’an didomîne û dîyar kir ku ew ‘’rîskeke mezin’’ e.

AFP’ê da zanîn ku Cooper gotiye ku bi ceribandina S-400’an re ew toleyên dijî Tirkîyê dinirxînin.

‘’Bila ew S-400 yên hanê werin dûr xistin, neyên karanîn, nekevin sîstemê û nebin operasyonel’’ Cooper got.

Wî dîyar kir ku ew dixwazin ku Tirkîye li xeta rojava bimîne û ew ne tenê bo Amerîka bo NATO jî girîng e.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî piştrast kiribû ku ew sîstema S-400 diceribînin.

Erdogan gotibû ku ew guh nadin helwesta Amerîka û ewê ji wî welatî nepirsin ku ka ewê S-400’an biceribînin yan ne.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka Jonathan Rath Hoff piştî gotinên Erdogan dîyar kiribû ku ew naxwazin ku Tirkîye sîstema S-400 biceribîne û gotibû ku ew sîstem peywendîya ewlekarîyê ya di navbera Washington û Enqerê de xirab dike.

XS
SM
MD
LG