Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Dê Îro Înê Dijî Tirkîyê Toleyan Ragihîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ji zarê pênc jêderên Amerîkî ragihand ku Amerîka dê jiber muşekên S-400 dijî Tirkîyê toleyan ragihîne.

Reutersê da zanîn ku toleyên dijî Tirkîyê dê îro werin eşkere kirin.

Çaverê ye ku ew tole dijî endustrîya berevanî û Serokê Endustrîya Berevanîyê Îsmaîl Demîr bin.

Hin şirovekar dibêjin ku ew tole dê ser endustrîya berevanîyê bi bandor bin, lê li gor toleyên berfirehtir siviktir bin.

Du karbidestan dîyar kirin ku Serok Donald Trump hefteya borî ji şêwirmendên xwe re gotiye ku hazirîya toleyan bikin.

Jiber nûçeyên li ser toleyan lîrayê Tirk li hember dolarê Amerîkî 1,5 ji sedê daket.

Karbidestekî Tirk yê ku navê wî nehat eşkere kirin ji Reutersê dîyar kir ku ew tole dê zararê bidin peywendîyên Enqere û Washingtonê.

Wî da zanîn ku ew cezakirina yekalî qebûl nakin û ew dixwazin ku kêşe bi dîplomasî û dîyalogê çareser bibin.

XS
SM
MD
LG