Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û hevtayê wî yê Tirk Hulusi Akar bi rêka telefonê axifîn.
Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka John Kirby ser axaftina Austin û Akar daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Kirby da zanîn ku Austin û Akar ser mijarên herêmî û hevkarîya dualî peyivîne.
Li gor daxuyanîyê, Austin peywendîya Washington û Enqerê ya ser berevanîyê jinûve piştrast kiriye.
Austin û Akar dê di 14’ê Hezîranê de, li Hilcivîna NATO hevdîtinekê çêkin.
Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî ji Twitterê ragihand ku Akar û Austin ser mijarên herêmî û ewlekarîyê peyivîne û axaftina her du wezîran erênî bûye.