Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka, Tirkîye xistiye lîsteya welatên ku tilîya wan di karanîna leşkerên zarok de hene. Bi vî awayî cara pêşî welatekî NATO ket wê lîsteyê.
Wezareta Derve ya Amerîka bi raporeke ser bazirganîya mirovan da zanîn ku Tirkîyê li Sûrîyê piştgirîyeke berbiçav daye Lîvaya Siltan Murat û ew koma dijî hikûmeta Beşar Esad şer dike leşkerên zarok bikar tîne.
Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku li Lîbya jî zarokên leşker hatine karanîn û da zanîn ku Washington hêvî dike ku ser wê kêşeyê bi Enqerê re bixebite.
‘’Bi taybetî ser Tirkîyê… Cara pêşî endameke NATO, ket lîsteya ser qanûna astengkirina zarokên leşker.’’ karbidestê Wezareta Derve ya Amerîka got.
Wî da zanîn ku Tirkîye li herêmê wek endamekî NATO pêşengîyê dike û dîyar kir ku ew dikare ser karanîna zarokên leşker yên li Lîbya û Sûrîyê danûstandinê bike.
Tirkîyê hîn ser vê tevgera Amerîka ti bersîv nedaye.
Reutersê bi bîr xist ku Tirkîyê, li Sûrîyê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û hêzên Kurdan yên bi piştgirîya Amerîka operasyon çêkirine û wê di pevçûnan de serhildayên Sûrî jî bikar anîne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan hin ji wan komên serhildayan bi êrîşên dijî sîvîlan û talanê tawanbar dikin.
NY dixwaze ku Tirkîye wan hêzan kontrol bike, lê Enqere dibêje ku ew îdia bêbingeh in.
Li gor rapora Wezareta Derve ya Amerîka, hikûmetên ketine lîsteya welatên ku tilîya wan di karanîna leşkerên zarok de hene, bo hin alîkarîyan ewlekarîyê û ekîpmanên leşkerî rastî sînordarkirinan tên.
Reuters dide zanîn ku hîn ne zelal e ku Tirkîye dê rastexwe bi wan sînordarkirinan re rûbirû bimîne yan ne.