Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştgirîyê Dide Hevkarîya Ukrayna û Tirkîyê


Amerîka ser hevkarîya berevanî ya Ukrayna û Tirkîyê piştgirî da.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku ew hevkarî îstiqrara herêmî û şiyana berevanî ya Ukrayna xurttir dike.

Price di brîfînga rojane de derbarê serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya li Ukrayna û firotana firokên bêmirov axifî.

‘’Serokomar Erdogan serdana Kîevê dike û li gor me hevkarîya endama NATO, Tirkîye û Ukrayna îstiqrara herêmî xurttir dike.’’ Price got.

Wî dîyar kir ku bi wê hevkarîyê dê şiyana berevanî ya Ukrayna ji berê çêtir bibe.

Price da zanîn ku Amerîka jî bo ewlekarîyê alîkarîya Ukrayna kiriye û dîyar kir ku ew hevbendên xwe teşwîq dikin ku bo ew rê li ber dagirtina Rûsya bigirin, piştgirîyê bidin Ukrayna.

Erdogan û Serokomarê Ukrayna Volodimir Zelenskiy roja Pêncşemê li Kîevê kom bûn.

Zelenksiy di preskonferansa hevbeş de dîyar kir ku ewê bi peymana ku wan îmza kiriye li Ukrayna çêkirina firokên bêmirov berfirehtir bibe.

Erdogan jî da zanîn ku ew piştgirîyê didin yekîtîya axa Ukrayna û got ku ew dikarin bo çareserkirina girjîyê navbeynkarîyê bikin.

XS
SM
MD
LG