Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Yekê ya Amerîka Dibe ku Serdana Tokyo Bike


Serok Joe Biden da zanîn ku Xanima Yekê Jill Biden dibe ku bo beşdarîya vekirina merasîmên olîmpîyatê here Tokyo.

Biden li Qesira Sipî dîyar kir ku plan serdana Xanim Jill e û ew bo wê serdanê danûstandinan dikin.

Merasîma olîmpîyatê ya di sala 2020'an de hatibû paş xistin dê di 23'yê Tîrmehê de li dar keve lê Japonya ji alîyekê ve jî bi pandemîya vîrusa korona re rûbirû maye.

Reva meşaleya olîmpîyatê ya 15 rojî dê bê beşdar be û ne li rêkên gel be.

Ji Amerîka û welatên din her çiqas kesên vaksînkirî beşdarî olîmpîyatan dibin jî protokol û sînordarkirinên vîrusa korona rê li ber beşdarîya mezin digirin.

XS
SM
MD
LG