Wezîrên derve, darayî û bazirganî yên Amerîka dijî Îranê toleyên nû yên berfireh ragihandin. Her sê wezîran, toleyên nû bi preskonferanseke li Wezareta Derve ya Amerîka eşkere kirin.
Wezîrê Berevanî Mark Esper, Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Mark O’Brien û Nûnera Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft jî beşdarî preskonferansê bûn.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku wan dijî Wezareta Berevanî ya Îranê jî tole ragihandine.
Pompeo da zanîn ku Serok Donald Trump ser veguhastina çekên bo Îranê biryarnameyek îmza kiriye. Wî dîyar kir ku Amerîka kiriye ku ambargoya çekan ya NY’ê ya dijî Îranê jinûve destpê bike û bang li hemî dewletan kir ku piştgirîyê bidin helwesta Washingtonê.
Wezaretên derve û darayî yên Amerîka, 6 kes û 3 sazîyên ku peywendîyên wan bi Daîreya Enerjîya Atomî ya Îranê re hene xistin lîsteya toleyan.
Pompeo got ku kesek û sazîyeke ku dijî wan tole hatine ragihandin, di nav toleyên NY’ê de, ku Amerîka roja Şemîyê bi şûnde anîbûn, hene.
Wezareta Bazirganî ya Amerîka jî 5 kesên peywendîyên wan bi Daîreya Enerjîya Atomî ya Îranê re hene xistin lîsteyê.
Mike Pompeo dîyar kir ku ew bo dîyalog û dîplomasîya bi Îranê re vekirî ne û heta ew bersîvê didin ewê zextên wan bidomin.
Wezareta Berevanî ya Amerîka Mike Esper jî dîyar kir ku Amerîka hazir e ku bersîvê bide ‘’êrîşvanîya Îranê ya di siberojê de.’’
Nûnera Amerîka ya li NY’ê Kelly Craft jî da zanîn ku ew ji hemî endamên yekîtîyê dixwazin ku toleyên dijî Îranê jinûve bidin destpê kirin.
Hêjayî balkişandinê ye, xênji wan kes û sazîyên Îranî, Amerîka dijî Serokê Venezuela Nicolas Maduro jî tole ragihandine ku li gor rêvebirîya Washingtonê, Tehran bo pûçkirina ambargoya NY'ê bi ''rejîma nerêwa'' ya Venezuela re dixebite.