Amerîka roja Sêşemê jiber binpêkirina mafên mirovan dijî bi dehan kes û sazîyên ji Îran, Sûrîye û Uganda tole ragihandin.
Wezareta Xezîne ya Amerîka di Hilcivîna Demokrasî de da zanîn ku Îran protestoyên aştîyane bi zordestîyê asteng dike û rê li ber demokrasîyê digire.
Wê wezaretê dîyar kir ku li Sûrîyê jî dijî sîvîlan heman zordestî çêdibe.
Li gor daxuyanîya wezaretê, Washington dê bdijî otorîterîzmê berevanîya mafên mirovan bike û bi toleyan bike ku kes û sazîyên mafan binpê dikin cezayan bistînin.
Bi toleyan, Washington hebûna li Amerîka ya kesên di lîsteyê de dicemidîne û rê li ber Amerîkîyan digire ku ew bi wan re peywendîyan çênekin.
Daxuyanîya Wezareta Xezîna ya Amerîka dide zanîn ku Washingtonê pênc fermandarên payabilind yên Sûrî jiber karanîna çekên kîmyayî xistine lîsteya reş.
Amerîka dijî Şefê Îstixbarata Leşkerî ya Uganda Abel Kandiho jî jiber binpêkirina mafên mirovan tole ragihandin.
Artêşa Uganda roja Sêşemê da zanîn ku ew tole li gor ûsilan nehatine ragihandin û dîyar kir ku ew bi biryara Washingtonê xeyalşikestî bûye.
Îranê jî bi bîr xist ku danûstandinên ser peymana navokî yên li Vîyana didomin û Amerîka jiber ragihandina toleyan rexne kir.