Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Rêvebirîya Trump Biryara Kongresê ya Ser Bernivîsa Ermenîyan Napejirîne


Wezareta Derva ya Amerîka ser bernivîsa Ermenîyan ya Civata Senatoran hefteya borî qebûl kiribû daxuyanîyek belav kir.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku nêrîna rêvebirîya Trump ya bo bûyerên sala 1915’an neguherîye.

‘’Axaftina Serok Trump ya di Nîsana borî de, bi awayekî zelal nêrînên me yên bo vê mijarê nîşan dide’'’ Ortagus got.

Serok Donald Trump di 24’ê Nîsanê de, ku salvegera bûyerên 1915’an e, gotibû ku ‘’Meds Yeghern’’ ku wateya wê ‘’Felaketa Mezin’’ e.

Trump dîyar kiribû ku bûyerên sala 1915’an ‘’yek ji zilmên komî yên herî mezin e.’’

Bernivîsa ku bûyerên 1915’an wek jenosîd qebûl dike û bernivîseke dijî Tirkîyê toleyan radigihîne, berî pejirandina Civata Senatoran, di Civata Nûneran de li hember 11 dengan bi 405 dengan hatibûn pejirandin.

Dengdana li Civata Senatoran, jiber xwestina Qesira Sipî sê caran ji alîyê sê senatorên Komarî ve hatibû astgengkirin.

XS
SM
MD
LG