Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rêvebirîya Serok Joe Biden ser muşekên bo Ukrayna danûstandinê dike.
Reutersê ew agahî ji zarê Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre ragihand.
Jean Pierre dîyar kir ku rêvebirîya Serok Biden hîn nirxandinan dike ku ka ewê muşekan bo Ukrayna bişîne yan ne.
Wê da zanîn ku Amerîka biryar daye ku muşekên menzîldirêj nede Ukrayna ku ew li derveyî qada şer nexebitîne.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Amerîka û welatên Rojava tevgerên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê piştgirîya Kîevê dikin.