Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Careke Din Bang li Welatîyên Xwe Dike ku ji Ukrayna Derkevin


Rêvebirîya Amerîka careke din bang li welatîyên xwe yên li Kîevê ya paytexta Ukrayna kir ku ji wî bajarî derkevin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Kîevê dîyar kir ku di demên pêş de roja serxwebûnê ya Ukrayna heye û da zanîn ku Rûsya dikare wan çaxan êrîşên xwe zêdetir bike.

Li gor daxuyanîya balyozxaneyê, Rûsya dê di rojên pêş de giranîya bide êrîşûn ser binesazîya sîvîl ya Ukrayna û zararê bide navendên hikûmetê.

Balyozxaneyê ji welatîyên Amerîkî xwest ku bi qasî dikarin zû ji Ukrayna derkevin.

Kîevê jiber zêdebûna êrîşan pîrozbahîya ser roja serxwebûnê qedexe kiriye.

XS
SM
MD
LG