Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê got ku ewê 400 mîlyon dolarên din akîkarîya leşkerî bidin Ukrayna.
Blinken da zanîn ku di wê alîkarîyê de çek, kelûpelên leşkerî û sîstemên berevanîyê hene û ew alîkarîyên leşkerî dê bi awayê herî baş kêrî Ukrayna werin.
Pentagonê jî dîyar kir ku di paketa alîkarîyê de sîstemên berevanîya esmên yên NASAMS û sîstemên roketan yên HIMARS’ê hene.
Serokê Amerîka Joe Biden gotibû ku tevî bertekên Komarîyan jî ewê alîkarîyên bo Ukrayna bidomînin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir û Washingtonê ji destpêka şer vir ve 19,7 mîlyar dolar alîkarîya leşkerî daye Ukrayne.
Moskow di demên dawî de bi dron û muşekan êrîşan dibe ser Ukrayna û zararê dide binesazîyên enerjîyan û Kîev jî bang li Rojava dike ku bo berevanîya esmên piştgirîya wê bikin.