Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Venezuela Bang li Neteweyên Yekbûyî Dike


Amerîka, bo alîkarîyên navneteweyî bigêhîjin gelê Venezeula û li wî welatî hilbijartinên seroktîyê li dar kevin, ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re bernivîsek pêşkeş kir.

Dengdana bo bernivîsê dê kengî li dar keve hîn dîyar nebûye, lê li ber e ku Rûsya bernivîsê red bike.

AFP’ê ragihand ku Amerîka di bernivîsê de daye zanîn ku li Venezuela ‘’yekane sazîya demokratîk’’ parlamantoya neteweyî ya wî welatî ye û ew piştgirîya wê dikin.

Serokê Parlamantoya Neteweyî ya Venezuela Juan Guaido dijî rêvebirîya Maduro, xwe wek serokê welêt yê demkî ragihandibû.

Di bernivîsê Amerîka de fikarên ser ‘’tundûtûjîya hêzên çekdar ya dijî gelê Venezuela’’ jî hatine nivîsîn.

Amerîka di bernivîsê de bang li bîragiştî dike ku bi alîkarîya çavdêrên navneteweyî, li Venezeula peyvajoyeke sîyasî destpê bike.

Washington herwiha ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dixwaze ku bo li Venezuela hilbijartin li dar kevin, peywendîyên xwe bikar bîne.

XS
SM
MD
LG