Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CDC: Delta li Amerîka Bûye Vîrusa Herî Zêde Tê Dîtin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta, li Amerîka bûye cureya berbelavtir.

Ew cureya vîrusa korona cara pêşî li Hîndistanê hatibû dîtin.

Agahîyên Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka raber dikin ku ji pêketinên di navbera 19’ê Hezîranê û 3’yê Tîrmehê de, 51,7 ji sedê yên Delta ne.

Rêjeya cureya vîrusa korona ya bi navê Alfa, ku cara pêşî li Brîtanya hatibû dîtin, li Amerîka daketiye 28,7 ji sedê.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku cureya Delta, ku di demên dawî de li gelek welatan bûye cureya berbelavtir, zûtir belav dibe û dikare di nav ciwanan de rêjeya nexweşîyê zêdetir bike.

Berpirsên Amerîkî didin zanîn ku cureya Delta li hemî eyaletên Amerîka hatiye dîtin.

Serok Joe Biden dijî belavbûna cureya Delta bang li Amerîkîyan kiribû ku vaksînan li xwe bidin.

Li gor lêkolînên pêşî, vaksînên Pfizer – Biotech, AstraZeneca û Moderna dijî cureya Delta bi bandor in.

XS
SM
MD
LG