Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û 13 Dewletên Din bo Rapora WHO ya Ser Korona Fikarên Xwe Radigihînin


Amerîka û 13 dewletên din bi daxuyanîyeke hevbeş ser lêkolînên destpêka vîrusa korona yên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) fikarên xwe ragihandin.

Hikûmetên Komara Çek, Danîmarka, Avustralya, Kanada, Danîmarka, Estonya, Îsraîl, Japonya, Letonya, Lîtvanya, Norwec, Komara Kore, Slovenya, Brîtanya û Amerîka dîyar kirin ku bo lêkolînên pisporan yên ser destpêka vîrusa korona bi awayekî girîng derengî çêbûye û ew ketine fikaran ku agahîyên ser vîrusê bi awayekî zelal nayên dayîn.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus roja Sêşemê dîyar kiribû ku Çînê, agahîyên ser destpêka vîrusa korona nedane pisporên wê yên serdana wî welatî kiribûn.

Tedros rapora pisporên WHO yên di rojên borî de çar hefteyan li Wuhan û li dora wê mabûn eşkere kir.

Pisporekî WHO da zanîn ku Çînê ser pêketinên pêşî yên vîrusa korona agahîyên zelal nedane wan û ew jî gumana ser fehmkirina sedema destpêka vîrusê çêdike.

Bi vî awayî çaverê ye ku girjîya Amerîka û Çînê ya ser destpêka pandemîyê bidome û li gor hin karbidestên Amerîkî, berpirsên Çînê rê li ber lêkolînên ser vîrusê digirin.

Tedros da zanîn ku wan îdiayên kesên ku dibêjin vîrus ji laboratuvareke Wuhanê belav bûye jî nirxandiye û li gor lêkolînên rapora pispora ew îhtimal biçûk e.

Wî dîyar kir ku divê li ser wan îdiayên xebateke befirehtir were kirin û da got ku dibe ku ew di rojên borî de hin pisporên din ser lêkolîna wê mijarê erkdar bikin.

Vîrusa korona cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Rêberê şandeya WHO Peter Ben Embarek jî di preskonferanseke cihê de dîyar kir ku pêkan e ku vîrusa korona berî ku were ragihandin, di Cotmeh û Mijdarê de li dora Wuhanê belav bibe.

XS
SM
MD
LG