Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Desteserkirina Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî Fikar Çêkirine


Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price ser protestoyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên jiber erkdarkirina rektor destpê kirine axifî.

Ned Price dîyar kir ku ew jiber desteserkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbol ya li Tirkîyê ketine fikaran.

Price da zanîn ku ew gotinên dijî koma LGBTI ya jiber protestoyan destpê kiribûn bi tundî şermezar dikin.

‘’Em jiber desteserkirina xwendekar û xwenîşanderên din ketine fikaran û em gotinên dijî koma LGBTIQIA bi tundî şermezar dikin.’’ Price got.

Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî jiber erkdarkirina rektorê nû dest bi protestoyan kiribûn û di xwepêşandanan de 51 xwendekar hatibû desteser kirin.

Li gor agahîyên dawî yên ji medya Tirkîyê ji wan 51 xwendekaran 30 bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatine veguhastin.

XS
SM
MD
LG