Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Roja Spasdarîyê Pîroz Dikin


Amerîkî Roja Spasdarîyê Pîroz Dikin
Amerîkî Roja Spasdarîyê Pîroz Dikin

Amerîkî roja Pêncşemê Roja Spasdarîyê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e. Li vê roja behnvedanê bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Rêxistina otomobîl û rêwîtîyê, AAA texmîn dike ku 42.5 mîlyon Amerîkî, herî kêm 80 kîlometre ji malên xwe dûr kevin û herin serdana hezkirîyên xwe.

Li Roja Spasdarîyê ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre culix (elok) dixwin.

Federasyona Ciluxan ya Netewî (National Turkey Federation) texmîn dike ku Amerîkîyan li Roja Spasdarîyê ya sala çûyî 46 mîlyon cilux xwarine.

Li vê roja taybet, hinêk Amerîkî jî demên xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên Spsadarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

XS
SM
MD
LG