Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Amerîkî: Trump Dê ji Afganistanê 7000 Leşker Vekişîne


Medya Amerîkî radigihîne ku Serok Donald Trump piştî biryara vekişandina leşkerên Sûrîyê, biryar daye ku piranîya leşkerên li Afganistanê jî bi şûn de vekişîne.

Karbidestên Amerîkî yên ku navên wan nehatine eşkere kirin dîyar dikin ku li ser biryara Trump dê 7000 leşker vegerin Amerîka.

Li Afganistanê niha bi qasî 14000 leşkerên Amerîkî hene.

Trump dema kempeyna hilbijartinê dida zanîn ku ewê leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê vegerîne mal.

Piştî Talîban li Afganistanê jinûve xurt bûbû, Amerîka par ragihandibû ku ewê li wî welatî bimîne.

Nûçeyên ser vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê, hîn ji alîyê jêderên fermî ve nehatiye piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG