Kompanîya dermanan Johnson & Johnson bo destûra karanîna vaksîna vîrusa korona serî li Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) da.
Johnson & Johnson ragihand ku ewê di hefteya pêş de jî li Ewrupa bo destûrê serlêdanê bike.
Wê kompanîyê di 29’ê Rêbendanê de dîyar kiribû ku li gor ceribandinên wan vaksîna wan 66 ji sedê bi bandor e.
Vaksîna Johnson & Johnson dozek e û çaverê ye ku bi wê kempeyna vaksînê ya li Amerîka zûtir bimeşe.
Amerîka berê bo vaksînên Pfizer / BioNTech û Moderna destûr dabû ku ew du doz in û 90 ji sedê bi bandor in.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka 26,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 455,869 kes bi wê mirine.