Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Amerîkî: Hamza Bîn Ladîn Hat Kuştin


Medya Amerîkî radigihîne ku kurê Usame Bîn Ladîn, Hamza Bîn Ladîn hatiye kuştin.

Kuştina Hamza Bîn Ladîn ji alîyê Qesira Sipî ve hîn nehatiye piştrast kirin.

Kanala NBC û rojnameya New York Times didin zanîn ku wan ji jêderên cihê piştrast kiriye Hamza Bîn Ladîn hatiye kuştin.

Rojnameya New York Times dîyar kir ku Hamza Bîn Ladîn di nav du salên dawî de hatiye kuştin, lê piştrastkirina wê kuştinê dirêj ajotiye.

Amerîka, di meha Sibatê de dabû zanîn ku ewê bo kesên îstixbarata ser Hamza Bîn Ladin bidin, 1 mîlyon dolar xelat bidin.

Hamza Bîn Ladîn di lîsteya ‘’terorîstên cîhanî’’ de bû.

Rêberê El Qaydê Usame Bîn Ladîn di sala 2011’an de hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG