Lînkên eksesibilîtî

Gemîya Amerîkî li Tankerê Qelibî, 10 Leşkerên Wê Wenda Ne


Reuters’ê ragihand ku keştîya cengê ya Amerîka, USS John McCain, piştî ku li nêzî Sîngapurê li tankereke petrolê qelibîye 10 leşkerên wê wenda bûne.

Qelibîn, li gor demjimêra herêmî di 06:24’an de pêk hat.

Gemîya ku navê xwe ji kalikên amîral yên senator John S. McCain Sr û John S. McCain distîne, dema Tengaava Malaka derbaz dikir, li tankereke bi bandiraya Lîberya qelibî.

Li gor agahîyên pêş yên ajansan, gemîya Amerîkî ji alîyê çepê zarar dît.

Di meha Hezîranê de jî gemîya Amerîka, USS Fitzgerald li alîyê Japonya bi keştîyeke konteynere qelibîbû û 7 leşkerên Amerîkî jîyana xwe ji dest dabûn.

XS
SM
MD
LG