Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorên Amerîkî Dilê Berazekî Neqlî Însanekî Dikin


Nexweşxaneyeke li eyaleta Maryland ya Amerîka bo nexweşekî 57 salî dilê berazan neqil kir.

Nexweşxaneya Marylandê dîyar kir ku ew amelîyat bi awayekî ceribîner hatiye kirin û da zanîn ku rewişa nexweşê dil baş e.

Wê nexweşxaneyê da zanîn ku karanîna dilê berazekî bo lêgerîna bi deh salan e didome gaveke girîng e.

Doktorên ji Zanîngeha Marylandê dibêjin ku ew amalîyat îspat dike ku dilê heywanekî genetîka wî hatiye guhertin dikare bo însanan were karanîn.

Nexweşê dil, David Bennett rojekî berî amelîyatê dîyar kiribû ku ew dizane ku ew di tarîyê de guleyekê diteqîne û gotibû ku ew dizane ku neqila dilê berazekî bo wî şansê dawî ye.

Doktorên Zanîngeha Marylandê dibêjin ku eger ew neqil kêrhatî be ewê bo gelek nexweşên êşê dikişînin ji wan parçeyên heywanan çareserî çêbin.

Lêkolînerên li New Yorkê di Îlona 2021’an de bi hin ceribandinan dîyar kiribûn ku hin beraz bo neqlê geşbînîyê çêdikin.

Wan lêkolîneran bi awayekî demkî gurçikê berazekî neqlî însanekî mirî kiribûn û dîtibûn ku gurçik dişixule.

Ew didin zanîn ku neqla li Marylandê ceribandinên wan rakirine astekî dîtir.

XS
SM
MD
LG