Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Welatîyên Xwe Yên li Rûsya Hişyar Dike


Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowê
Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowê

Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowê îro Çarşemê, bo welatîyên Amerîkî li Rûsya agaiyek niviskî ya ewlehîyê da, ku ew demûdest wî welatî derkevin, dema ku hêjî rêkên rêwîtîya bazirganî ya sînordar hene.

Balyozxaneyê fermana seferberîya qismî ya berdewam li Rûsya destnîşan kir, ya ku bo şerê li Ukrayna ji hêla serokê welêt Vladamir Putin ve hat ragihandin.

"Hikûmeta Rûsya di 21’ê Îlonê de dest bi seferberîya welatîyên xwe kir da ku dagîrkirina xwe ya li Ukrayna bidomîne," balyozxaneyê got.

Balyozxenaya Amerîka bi berdewamî kesên ku hem welatîyên Amerîka ne hem jî yên Rûsya ne bi taybet hişyar kirin.

Wê got, dibe ku Rûsya qebûlkirina hemwelatîyên dualî yên Amerîkî red bike û wan bo seferberîya leşkerî desteser bike.

Balyozxenayê herwiha da zanîn ku di rewşên wiha de dibe ku Rûsya daxwaza wan kesana bo alîkarîya ji konsulxaneya Amerîkî red bike, rê li derketina wan ji Rûsya bigire.

Balyozxaneya Amerîka ya li Moskowê di 15’ê Tebaxê de jî hişyarî da ku dibe ku destdirejî li Amerîkîyên ku li Rûsya werin kirin û di giheştina alîkarîya konsulxaneyê de dijwarî hebe.

XS
SM
MD
LG