Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Amerîkî Ser Bernivîsên Dijî Erebîstana Saudî Danûstandinan Dikin


Civata Senatoran dê bernivîsên ku Erebîstana Saudî ser kuştina Cemal Xaşiqcî bi awayekî fermî şermezar dikin, binirxîne.

Li gor nûçeyên di medya Amerîka de, di nav van bernivîsan de yek dide zanîn ku tilîya Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman di kuştina Xaşiqcî de heye.

Serokê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran Bob Corker dîyar kir ku senator dê sê bernivîsan binirxînin.

Corker da zanîn ku bernivîs dixwazin ku Mihemed Bîn Salman were şermezar kirin, ji Erebîstana Saudî re firotana çekan were rawestandin û piştgirîya Amerîka ya bo şerê li Yemenê, ku Saudî pêşengîya wê dikin, bi dawî bibe.

Senator hewil didin ku ser bernivîsekê li hev bikin û roja Duşemê bo wê dengdanê bikin.

Senatorê Komarî Lindsey Graham, ku dijî Erebîstana Saudî bertekeke tund nîşan dabû, dîyar dike ku gelek senator dixwazin ku êdî Amerîka çekan nefiroşe Saudîyan.

Li ber e ku Civata Senatoran, bo bernivîsa derbarê Yemenê hefteya pêş me dengdanê bike.

XS
SM
MD
LG