Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Amerîkî Rapora Ser Kuştina Xaşiqcî Radigihîne


Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî ya Amerîka di rapora ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî de dîyar kir ku Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman plana ser girtin yan jî kuştina wî pejirandiye.

Li gor raporê, îstixbarata Amerîkî bi kontrola Mihemed Bîn Selman ya li ser biryarên qralîyetê, maytekirinên şîetvan û parêzvanên wî yên li bûyerê, û piştgirîya wî ya bo qutkirina dengên rexnegirên li derveyî welêt dijîn kirine ku ew bibêjin ku plan bi pejirandina Prensê Cîgir çêbûye.

‘’Ji sala 2017’an vir ve, kontrola rêxistinên ewlekarî û îstixbaratê yên Qralîyeta Erebistana Saudî di destê Prensê Cîgir de ne. Ew rewiş raber dike ku karbidest bê ku destûra wî hebe nikarin operasyoneke wisa çêkin.’’ di raporê de hat gotin.

Rapor dîyar dike ku dibe ku Prensê Cîgir, bo plana ser Xaşiqcî ji şîretvanên xwe re daye zanîn ku ger ew karên xwe bi seri nekin ewê werin qewitandin yan jî werin girtin.

Ew rapor balê dikişîne ku yek ji şîretvanên nêz yên Mihemed Bîn Salman, Suud El Kahtanî di Cotmeha 2018’an de bi tîmekê çûye Stenbolê ku ew bo Navenda Peywendîyên Medya û Xebatên Saudî (CSMARC) ya girêdayî dadgeha qralîyê rêberîyê dike.

Kahtanî di sala 2018’an de gotibû ku ew biryarên xwe bi pejirandina Prensê Cîgir dide.

Rapor dide zanîn ku di tîma çûye Stenbolê de heft parêzvanên Prensê Cîgir jî hebûne ku ew berê jî ketine operasyonên ser qutkirina dengên rexnegiran.

Bi wê raporê tê dîyar kirin ku Prensê Cîgir, Xaşiqcî wek gefekî dîtiye û wî daye zanîn ku ger pêwîst be dijî wî rêya tundûtûjîyê jî vekirî ye.

Di dawîya raporê de, navên kesên ku tê fikirîn ku di operasyonê de cîh girtine, hatiye weşandin.

Xaşiqcî di 2’yê Cotmeha 2018’an de ketibû avahîya Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê û dûre ji wir derneketibû.

Piştre hatibû fehm kirin ku Xaşiqcî di avahîyê de hatiye kuştin, lê termê wî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG